Gotinên Pêşîyan

   

                 

A

  • Agir berda konê xwe da zomê
  • Agirê kuçikê timî germ e dereng sar dibe
  • Agir pêkeve bîhna pîso jê nayê
  • Agir xweş e lê xwelî jî jê çêdibe
  • Agir bi rihê yekî ketibû, yekê jî digo ez firîgê xwe li ber biqelînim
  • Adetên bav û bapîran, kerik xweştirin ji hêjîran
  • Afirê gamêşan bû warê qelse mêşan
  • Alîkî şîn e, alîkî dawete
  • An bike nelerize, an neke nelerize
  • Aqilê giran mû kere
  • Aqilê sivik barê giran
  • Ap biraziya, xal xwarziya ra dike
  • Arvanê salê bi salêra diçe
  • Aş çûye li pey çeq çeqê ketiye
  • Aş digere bi avê, law dike karê bavê
  • Aşê dîna bê av digere
  • Av ronahiye, ji avê metirse
  • Av nafetile ba di cîkî da nasekine
  • Av zane di bin wê da çi heye
  • Ava golan bê tevger e
  • Av di golande genî dibehi
  • Ava hêdî hêdî me ecêb jê dî
  • Ava xurtan serhevraz e
  • Avê bi xwe ji kanî esîla, ne ji mesîla
  • Ava bin kayê ye
  • Ava bîrê bi bîrê tehl e
  • Avabûna malan di destê jinên çê dane
  • Ava çeman xuş e xuş e koçer nabên dewê min tirş e
  • Ava xwestî nakeve hestî
  • Ava miriyan nerêje nava deriyan
  • Ava rijiyayî nayê berhev kirin
  • Avê ku da ser serî çi buhustek çi du buhust
  • Avahî nabe bê asas mirov bi rojî û limêj nabe xilas
  • Avbûna gundan ji berahiya riyan ve kivş e
  • Avê qûna
  • Axa bi xulam e, xulam bi olam e
  • Axa bi deh gundên xwe ve bawer dike Keyxosrew e
  • Axa li kêfê ye xulam li ber zikrêye
  • Axê amîna namîne li ser zaliman
  • Axa ji xulam ra got , xulam ji se ra got, se jî ji dêliya xwe re got
  • Axa rêyan tev dizane lê rêya qenciyên gel nizane
  • Axa tep davêjin, defterên kevn vedikin
  • Awa awa latkî, awa awa tebabkî
  • Azadî firehiya cîhanê ye
  • Azadiyê bêhtir tiştek giran buha nîn e
  • Azaya bi tirs bila qet tunebe
  • Agir pêkeve bi xwe nahese

B

  • Ser ban qul e, bin ban şil e
  • Bav çi seg be, wê law jî ew seg be
  • Bav ji bajêr tê, law jê re qise dike
  • Bav hersim dixwo, diranê law diseqînin
  • Bav ku pak bûya, ev zûriyet bi dû nediket
  • Bayê gurgurî weke jina virvirî
  • Bazar xweş e li bênderê, ne li zeviyê
  • Bar min naêşîne, bin bar min dêşîne
  • Baran dibare ji xwediyê zeviyê re kar e
  • Barana havînê şilkir binê kulînê
  • Barê ketiyan kes ranake
  • Barê serê bê aqil, ling dişkînin
  • Behsa gur dikin gur hazir in
  • Beq çiqwas kok dibe, qûn ewqas lê qalind dibe
  • Berxê xelkê ji meriv re nabin beran
  • Berxê nêr li ber du makaye
  • Berxê nêr ji bona kêr
  • Berxê têr şîr nexwar, bi kavirtî têr naçêre
  • Berkêş bi mêvana geş ?
  • Berfa hûr e, dawî dûr e
  • Ber bi mino ha ji xwe tino
  • Berya sicûrê xwe davê tenûrê
  • Bextê çil ro çile, tajiyê tûle û hespê qule tuneye
  • Behr bi devê se pîs nabe
  • Berxê çê li ber kozê kivse
  • Berx heta hetayî bin selikêde nabe
  • Belga darê dar dixemilîne
  • Bedewê çav kilkir dilê xortan kul kir
  • Berdana jinê edeta dinê
  • Beranê bisko bûya wê li nav pezê bavo bûya
  • Berê biedilîne paşê bi xemlîne
  • Beledê malê ne biyan e, kesê gund e
  • Beg timî xwînxwar in
  • Berf diçe erd dimîne
  • Berxa ku xwedê xweyî kir, guran nekuşt
  • Berxê sêwî beran jê dernayê
  • Berx û gurên tirkan bi hev re diçêrin
  • Berxên pir, ji mihên pir in
  • Betalî xirab malî
  • Bextê feqîra hebûya, gîsnê wan di axa nermda nedişkiya
  • Bextê reş mirovan dike nexweş
  • Beza hespê namûsa siwar e
  • Beza mirîskê heta kadînêye
  • Beza pisîkê heta ber kulfikê
  • Bi fisan çarşef boya nabe
  • Bide xwe bîr, bêje wek jîr ?
  • Bistîne kalan bixwe malan, tu çi dikî bi xortê kundir valan
  • Bipêje hê birêje
  • Binê malê heram mûye, serê wî çiyaye
  • Bila bixwenda paşê bigota
  • Bila jê bihata bila pêşî serê min bişkandana
  • Bila bizê nêr û mê ferq nîn e
  • Bila lawik şane be, bila maaş qet tune be
  • Bira ancax hewara bira da tê
  • Bitirse ji germa germ û mirovê nerm
  • Bi xêra seriya dixwe keriya
  • Bila diz hebin, şevereş gelek in
  • Bila ker ji mirov bibe, mirov ji kerê nebe
  • Bizina kol hînê danûya bibe, fetha wî nabe
  • Bizina belek, şivanê kulek, êvarê bihev re tên guhara teng
  • Bindest û ser dest, nabin yek dest ?
  • Birîna xeberan ji birîna şûr xiravtir e
  • Biratî bi baran, hîsab bi mîsqalan
  • Bi destê xwe mala xwe xirav kir
  • Bixwe mîna mêran, rabe mîna şêran
  • Birîna bi xwe nexwure rehet nabe
  • Bi lav lavê mirov ji ber jina xwe nare der
  • Bibe mal avakirî, nebe mal xerakirî Bi benê xelkê nekeve bîrê --- dişibe gotina tirkan
  • Biçûk li cihê xwe, mezin li cihê xwe
  • Biçûk biçûktî, mezin mezintî
  • Biçûkê malê, kûçikê malê
  • Biçûkê salê, gula malê
  • Bide netirse, bixwaze, bistîne şerm neke
  • Biçûk ku ligora mezina nekevin, wê lingê wan timî li keviran bikevin
  • Bi darê zorê tu tişt nayê pêş
  • Bi derziyê bîr nayê kolan
  • Bi dest bike, bi dev bixwe
  • Bi derziyê neçe ser şûjinê
  • Bi destê namerda neçe, bila av te bibe
  • Bi dilê mezina bizewice, bi dilê biçûka hez bike
  • Bi ewtîna seyan, ji rê namîne karwan
  • Kucik diewtin karwan diborin
  • Bi kulmê neçe ser dirêşê
  • Bilbil bi dengê xwe, mêrxas bi cenga xwe
  • Bila bextê mirov hebe bila çavek mirov tunebe
  • Bi nermî mar ji qulê tê der
  • Bi nanekî mirov nabe nandar
  • Bila mêr bi destê mêran bêne kuştin, ne bi destê qelse mêran
  • Bi îlmê mele bike, bi emelê mele neke
  • Bi mine minê, mirov xelas nabe ji jinê
  • Bi pirse ji kalê zemana, û xortê geriyayî
  • Bixebite heta xwîn di ber neynûgê te re bavêje
  • Bila rûyê mirov bêşê, zikê mirov nêşê
  • Bira xêra bira bixwesta, jina bira mar nedikir
  • Bîhna kiz, tê ji mala diz
  • Bigre û here, li paş xwe nenêre
  • Bihur bi dînan sax nabe
  • Bi qîzanî mîr bû, bi jinanî pîr bû
  • Bêwan binê gund û keça rind çavê herkesî lêye
  • Bê dev xeber nayên tev
  • Bêjin lal e nebêjin teral e
  • Bêje min hevalê xwe, ez bêjim tu kîyî --- dişibe gotina tirkan
  • Bê zanîn dijî ulmêye
  • Bêndera ku çêlek li ser bigere ew çi bênder e
  • Bê derpê bigere, stûyê xwe li ber zaliman xwar neke
  • Bêndera bê xweyî ji mirov re nabe bênder
  • Bêndera dereng nabe xwirê xweyî
  • Bê emrê xwedan pel ji darê naweşe
  • Bê serwerî girara pira nakele
  • Bê şêx û pîr neçe dîwana mîr, ku nekevî halê feqîr
  • Boxê ku quloçê xwe li diwara bixe, wê rojek quloçê wî bişkê
  • Bihar hat rakirin, payiz hat dakirin
  • Bihar û havînê rez, zivistanê jî pez
  • Biharê xwe têr neke, payizê xwe derengî nexe
  • Bû xwê ket agir
  • Bûka xalê delaliya malê
  • Bûk bi dilê zavê ye, çi kul bi dilê xelkêye
  • Bûk bi dilê zavê ye çi pilepila melê ye

C

  • Cam dibe kitan dew dibe derman
  • Caran werin ber caran bi kerê werin ber bara
  • Cehşik mezin be jî dîsa ker e
  • Cejna salê bi salê ra dibûhure
  • Cêrê nû avî sar e
  • Ceribandin ji neceribandinê çêtire
  • Cewrên seyê dir timî dir in
  • Cihê bilind, ji mirovê nivz çêtire
  • Cihê pakî hebe, xerabî çiye
  • Cihê şêra rovî lê dikin gêra
  • Cîh heye rev ji mêraniyê çêtire
  • Cîranê xerab bihêle, diranê êşyayî bikşîne
  • Cîranê pak ji birayê nepak çêtire
  • Cota bira neçin guran


  • Çav ji çavan şerm dike bertîl keviran nerm dike
  • Çavê kor tune lê bextê kor heye
  • Çavê tirsonek singê sipî nabîne
  • Çend çiya hene yê Kurdane
  • Çem ji kaniyan çêdibe
  • Çi bêjî jî li bejna siwarê min tê
  • Çilê reş debarê diqedîne li gayê beş
  • Çiqas sax bimînî, ewqas ecêban dibînî
  • Çiqas bibî mîr xwe neke ji bîr
  • Çi tê serê quling, ji qarîna quling e
  • Çiya çiqas bilind be wê rê pêkeve
  • Çiyayê bilind bê berf û bê rê nabin
  • Çiyayê bê gul weke mirovê bê dil
  • Çiya hewceyê çiyane
  • Çivîkek girtî ji qazek çolê çêtire
  • Çêlekek rêxotî garanê dilewitîne
  • Çêlekek bi şîr, ji deh mihên bê şîr çêtire
  • Çêre çiqwas nerm bibe di bin kevirda nasekine
  • Çû ber tira golikan
  • Çûçik li ser garisên feqîran datîne
  • Çav ji Çavan şerm dike
  • Çiya bi ser hevre hene
  • Çavên birçî tucar têr nabin
  • Çav nînin şurin
  • Çem bê bihur nabin
  • Çû şamê hat dîsa kerê berê

D

  • Dar bi tûye, lê xwedî tûleye ?
  • Dasek nikare bi dehlek
  • Dawet tune li kefçiyan digere
  • Daweta mîran agirê feqîran
  • Daweta duduyan cenge cola hemûyan
  • Delîlê baranê baye, delîlê mirinê taye
  • Dema hirç pîr bû kudik pê gunikan dilîzin
  • Dermanê xwestinê dahane
  • Derba evda asasê kilsêye xera nabe
  • Derziya xwe di serê xwe ra kir
  • Dest hilanîn fereca xêrêye
  • Devî hebe wê bibe dar, xwelî li serê bê war
  • Dewê buhara bide neyara
  • Dema ker bikeve heriyê, ji xwedî zeximtir kes tune
  • Devê wan li gebola wan
  • Devê pisîngê negîşt goşt, go min xêra dêw bavê hîşt
  • Deriyê gomê vebeberx ber bi mêşinê, kar ber bi bizinê dere
  • Dewar bi bennan, mirov bi sozan tên girêdan
  • Dema seg bezî gur, gur mir
  • Derê xwe rind kilît ke, cîranê xwe diz dernexe
  • Dewsa şûra rehet dibe, dewsa gotina rehet nabe
  • Deve nal kirin, rovî çû go:pe pe
  • Dema bextewerî nebe dost, feyde nake gera bost bi bosr
  • Derê jina xera nekirye hîna avaye
  • Derew sêwiye
  • Dew li aşiqa nayê
  • Dewet ferihî, berbûrî hedikîn
  • Deve û gur e
  • Destê wî rast naçe paxila wî
  • Devo
  • Destê te ne destê mêrkujaye
  • Dibê koro bide malê min, dibê nehê mala min
  • Dibê deve çima stûyê te xwar e, dibê çiyê min li kar e
  • Dibê kûsî tu çima pîsî dibê li eniya min nîvîsî
  • Dijminê bavê nabe dostê lawê
  • Dijminê dijminê mirov dostê mirov e
  • Dil heye taqet tuneye
  • Diran bi êş, derman kêş
  • Direw li biyaniyê, pesn li pîrîyê
  • Dibê te dinya çawa dî, dibêli gorî dilê xwe
  • Digerî li dewleta lez, xweyî ke rez û pez
  • Dînok di şîn û şahiyan de kifş dibin
  • Dilê xezeb mirov nagihijîne mexsed û miradan
  • Dinya dem e, gav petêxe gav lem e
  • Dinê li dinê çavê gur li bizinê
  • Dîwaro ji te re dibêm, bûkê tu fêm bike
  • Dibê dewlemendo pîroz be, feqîro te ji ku anî
  • Dixwo gebola zerî, diçe devê derî
  • Dibê kundo mirî pir in an zindî, dibê zindîkî zêdeye ew jî di bin emrê jinê deye
  • Dil neke jina bi mêr, diçe mal dike ji bîr
  • Dilê fireh pîr nabe
  • Dinya bûye kes, tu kes negotiye bes
  • Dil miqabilê dil e
  • Dizê malê ji malê be, ga di kulekê re derdikeve
  • Dil ku fireh be rê jê re gelek in
  • Dil li ser dil e, jê re nîn e tu derd û kul e
  • Dil wek şûşêye zû dişkê, lê dereng diceribe
  • Dirika xwe bi destê min dernexe
  • Diyarî qesp in, şûn diyarî hesp in
  • Diya zavê lotik davê, diya bûkê kûke kûke
  • Dîz ji beroşê re dibê wêde here rû teniyê
  • Dîzikê go ez rind im, heskê go di te de digerim
  • Dostê bi xêr ji birayê bêxêr çêtire
  • Don nekî çirê çire rohnî nade
  • Du parên xizaniyê nezaniye
  • Dûma her tiştî heye, dûma zilmê tuneye
  • Dûr here dirist here

E

  • Ebed û ebedî, her tişt dere li xwedî
  • Emerê çelengdar, xulamî kir ji hakim re sî û sê sal, tu car ji mêrê hakim nekir bawer û îhtîbar
  • Ez dengek pir tehl dibîzim, gelo tu dizanî çi deng e
  • Erdek hişk ezmanek bilind
  • Ê ku go kir mêr e, ê ku go û nekir nemêr e ê ku nego û kir şêr e
  • Emrê ku çû nede dû
  • Eger hinek mirov ker nebin , wê qîmeta kera zêde bûna
  • Erd birinc be jî, av rûn be jî, ku xwedî tunebe zû diqede
  • Erdê neyara bi buhurtaye
  • Erê erêye, na naye, erêna belaye
  • Ewê dîzikê çêke, wê çemil jî pêxe
  • Ecel ku bê nade mecal
  • Eşqa dizan şevereş in
  • Ew riya te berê xwe dayê ez jê hatime
  • Ew kare mirov tî bibe ser avê, tî bîne
  • Em çûn mala fatê fatê çû civatê
  • Ez hêdî diçim bela digihîje min, zû diçim ez digîjim belayê
  • Ez cehşika pê çi dikim                                                                                         

F

  • Ferhekî şêra , şêr e
  • Fermana devan hat, rovî reviyan
  • Fêtokî li mêran, kenokî li jinan nayê
  • Filankes kevirê reş e
  • Filankes manga bi gaye
  • Filankes gur e ewîdiye
  • Filankes miya fisineye
  • Filankes mirîşka gêj e
  • Filankes dij bijok e
  • Filankes çav pîs e
  • Filankes cila şil e
  • Filankes kerê bar e
  • Filankes gelaj e
  • Filankes cila helisiye
  • Filankes kevirê binê bîrêye
  • Filankes hirçê dehlêye
  • Filankes neynûg tune xwe pê bixwirîne
  • Filankes zaca Helebêye, teniya bi don e
  • Filankesê qey kezeba gur xwariye
  • Filankeso mêş jê naêşe
  • Filankeso dibêjî qey qîza bi keziye
  • Filankeso çav li roja reş e
  • Filankeso çav li der e
  • Filankeso bûye gurê dev bi xwîn
  • Filankeso reşikê şevêye
  • Filankeso kore mar e

G

  • Gava dê bibe damarî, bav dibe filê kavarî
  • Gava xêr dibare guyê sêwiyan tê
  • Gava xwedê bide ha rakeve, ha rakeve, gava nede ha li bakeve, ha li bakeve
  • Gava dewlet birêse, ga golikê dialêse
  • Gava mêvan tên behra xwejî bi xwe re tînin
  • Gavan ber bi mal e, jina gavan şixulkar e
  • Gayê çê bi boran, mêrê çê bi xeberan
  • Gayê bor ra fîtik mane ye
  • Gayê sor sortiya xwe bernade
  • Gayê zexele timî li mexele
  • Gaziya dû siwaran, nagihîje xweyê xwe
  • Ger mirov xiraba nebîne, başa bi bîr nayine
  • Gelekan nede bi hendekan
  • Gere Çar lîtir qûna mere hebe, mera karibe bi Çar qurişa têde cî bidê
  • Girar bi xwê, xwê bi tem
  • Giyayê qeracan, malê muhtacan
  • Gundê bê rez, konê bê pez, mirovê bêje ez û ez hemî ne tu tişt e
  • Golikê beş ma li devê deriyê reş
  • Go kerengo warê te go ba zane
  • Gotina bikeve nava du lêvan dikeve nava du gundan
  • Go ziyaretê min gelek caran bi derewa bi te sond xwar, go min jî gelek caran mal li te xerakiriye, lê tu bixwe nizanî
  • Gul li gulê dinêre sor dibe
  • Guyê mişkan di qulikên dîwaran de pir in
  • Guran xwariye hirç mane
  • Gur ji baranê bitirsiya, wê ji xwe re kurk çêkirana

H

  • Ha dev got, ha qûnê got
  • Hat ji derda tompiz di berda
  • Hat ji newalê bû xwedî malê
  • Hebe erebiye, tunebe mirtibiye
  • Heft çîvrokên hirçê hene, her heft jî ser hermîyê ne.
  • Heft soberiyê kerê hene, dikeve avê ji bîr dike
  • Heke mirov ji rezek tirê xwaribe, nabe mirov pişta xwe bidê
  • Henekê wî henekê hirçan e
  • Hertişt ji ziravî dişkê, mirov ji stûrî
  • Heta serî sax dimîne qûn ecêban dibîne
  • Herçî li hespê hevala siware herî peyare
  • Hêştir ra dibin hev, hêstir û ker di bin lingê wan de diçin
  • Helaw ji jîrêzê çênabe
  • Herçî jar e, li havînê jî sar e
  • Heta aqilê paşî hat ê pêşî çû
  • Heta em bûn çav nas, dinya li me bû xelas
  • Her qazî bixwe razî
  • Her teyr b refa xwe re ye
  • Hevalbend î nameşe bi bêbext î
  • Hemû mêr nabin şêr
  • Hesinê germ bi hilmê germ nabe
  • Heftê çê bazdan hewşê
  • Hesinê bi asas ns dibe çakû ne jî das
  • Heta şîreta li xelkê dikî
  • Helhela gavanan siwariya kerane
  • Heta Heleb bû Heleb wexta pîra te çû
  • Heft mêrên beriyê çûn barê heriyê
  • Henek dibin genek
  • Heta cû rast nebe, av nayê berdan
  • Herin şênahiya, pirskin ji zarokan
  • Her tim naser nayê, û qirş û qotikan bi xwe re nayêne
  • Hersim bi qeriyê dibe helaw
  • Heta xidir xemilî, dawet betilî
  • Herkes xwe li ronahiyê digre
  • Hespê çê zenguyan nagihîjîne hev
  • Hestiyê bê minet, çêtire ji goştê bi minet
  • Heyfa serê ku çû
  • Hezar dost kêm in, dijminek pir e
  • Hezar bavê çê, esil şîrê dê
  • Hêter çiqas jî ji hev dûr herin guhê xwe tim li ser hevbin
  • Hirç diye li dû şopê diçe
  • Hîn bûyî ji harbûya zortir e
  • Hinek dikin, hinek dixwin
  • Hîv bibe du şevî, herkesê wê bibîne
  • Hî çiqas bedew be jî dîsa qusûrek wê heye
  • Hukumdar bibe pir, di ser ra derbaz nebe
  • Hukumdarê romê hevalê segan in
  • Hûrik zik dike tûrik

J

  • Ji bo nefsê ket hefsê
  • Ji derve meleye, ji dil ve fileye
  • Ji milka aş, ji haceta sim tiraş, ji mêra mêrê dike hîsabê pêş û paş
  • Ji heft sala salek sala seyane
  • Ji kerî por kir herî
  • Ji serê qijikê qelî çê nabe
  • Jin û mêr weke tevr û bêr
  • Ji xelkêre pispor e, ji xwe re kor e
  • Ji derda rî berda
  • Ji xelkêra hût e, ji xwe re kût e, hevalê ticarê rût e
  • Ji xelkêra xerad e, ji xwe re mal mîrat e
  • Ji sed axan axakî jî qenc dernakeve
  • Ji mehan ji salan mirov carek dibe mêvanê xalan
  • Ji mêra nav dimîne, ji gaya çerm dimîne
  • Ji hirçekî du eyar dernayê
  • Jin kelehe mêr girtiye
  • Jina xelkê ramûsankî, hespê xelkê meydankî, cilê xelkê roj û dankî
  • Ji xwediye, ne ji doxêye

K

  • Kalkî bavên xweşiya, xortkî bavên reşiya
  • Kalo nemir buhar tê, pîrê nemir pincar tê
  • Ka ne atebû kadîn jî ne atebû
  • Kara necar, qoşilê dara
  • Karê gavkî, xemên salkî
  • Karê karkeran namûsa xatûna
  • Karkeran kar kir xeraba benîşt cût
  • Kasan malêse, bi alastinê zik têr nabe
  • Kaya kevin li ba nabe
  • Ker kuda here jî kere
  • Ketî bi xebatê radibe
  • Kes delalya kesî xweyî nake
  • Kes ji gurê xayin natirse
  • Kesî hevîrê xwe bi kalî nexwariye
  • Kes nakeve gora kesî
  • Kespa helal, ji karkeran ere ava zelal
  • Kevir giran e di cihê xwe de
  • Kevirê aşê çiqas giran be jî aşvan bi fena xwe wî radike
  • Kevirên mezin, bi yên biçûk disekinin
  • Ker bi gem û hefsar, mêr bi soz û biryar
  • Kesê jinek bîne, divê an tûrek perê wî an jî barek derewê wî hebe
  • Keça bê bav û dê êvarê diçe sibê tê
  • Kerê reş dixwe tiştê xweş
  • Kesên ji cengê dûr e
  • Keroşk ji çiya xeyidiye, haya çiya jê tuneye
  • Kevn e pîr e, ji gotina re bîr e ?
  • Kes nekirî, kes nebirî, bi hev sitirî
  • Kera xwe bi ker da cilika xwe bi ser da
  • Keça malê bi rûmet e, karê wê bê minet e
  • Keça bê dê wek çiyay bê rê
  • Kereng tên li kaşa, xwarina ker û cehşa, çi dike li mala paşa
  • Ker ji lêxistinê re, hesp ji bezê re
  • Keça baş rûsipîtiya bavê xwe ye
  • Kezeb çiqa şêrîn be, şîret jê şêrîntir e
  • Kîso avruya masî naxwo
  • Kor çilo li xwedê dinêre, xwedê jî wilo lê dinêre
  • Kund çêlika xwe dixwe, û paşê bi ser de digrî
  • Kuştiyê di ber xelkê re
  • Ku xwedê li hev anî, nûrê dikim kevanî
  • Kurî li felan, xwarzî li xalan
  • Ku hat malxwirê malê, ku nehat qeda li salê
  • Kûçik ji ku bitirse, wê de direyî
  • Kûsi misk naxwe
  • Kulek xwar e dû rast e

L

  • Li bejnê nêrî, bi zêra kirî, laçik rakir kertkê gurî
  • Li gora makê golik pak e
  • Li deriyê kesî nexe bi tilîka, bila kes li deriyê te nexe bi mîrkutan
  • Li dû bîhna kebabê çû, rastê daxkirine lingê kerê hat
  • Li ku mefaye li wir bav û biraye
  • Ling li qeydê çav li seydê
  • Li malê tune dînar, navê keçikê hezar
  • Li kerê mirî digere ku nalan jêke
  • Li pişt baranê qaçil dike
  • Li ser me bû roja reş

M

  • Mal vedigere can venagere
  • Mal an ji xelayre, an ji belayre
  • Mala bavê meydane mala xezûr zindane
  • Mala bavê mêran
  • Mala bavê min dûrbûna, minê têr pesnê wan bidana
  • Mêr çole jin gol e
  • Mala dîna, rabûn hev bi pihîna
  • Mala zarok têde ehreman naçê têde
  • Malê dinê qiloçê mêran e
  • Mamo ne li mal e, mala mamo gale gal e
  • Manê tirekan ardê cehîne
  • Mar çiqa hokan bide xwe, gere rast here qulê
  • Mar pêve da , ji siya werîs tirsiya
  • Me girt tajî, derket tol tajî
  • Me hêştir nedîne li rêzê, qey me pişkul jî nedîne li pirêzê
  • Melê ne xwendî, digere li nav gund î ?
  • Merî pîvazê nexwe bin devê merîyan nayê.
  • Mewija hebana, ne dixwe ne dide cîrana
  • Mezbût bikole asas, ji bo dil neke wase was
  • Mezin reqisî, biçûk hewis
  • Mêr di ser re heram e
  • Mêr tev mêr be, jin tev jin be, kî mihtacê kê be
  • Mêr çem e, jin gol e
  • Mêr mêr e çi kulek, çi nabîna, çi kerr e
  • Mêra mêr kuşt, senemê hûrî şûşt
  • Mêrê ehmeq dibê ez
  • Mêrê çê di roja teng da fêm dibe
  • Mêrê xeber jin, berxê ber bizin, şûva bi kizin tu tişt jê dernayê
  • Mêş û gamêş xwedî tînin pêş ?
  • Mêvanê yekî, mêvanê gundek î
  • Min go û nego
  • Mirin tê rastê, çavê tevan li revê
  • Mirî ne hêjayê şînê, ku mirov jê re şînê bike
  • Mirî melûn nebe, di gorê de cî fireh e
  • Mirîşk biqare, hêkê dike
  • Mirîşk û rovî danaynin kirîvî
  • Mirîşk di xewa xwe de gilgil dibîne
  • Min xelk hînkir govendê, êdî kesî bi destê min negirt
  • Mirov barê xwe hilnegre kes barê mirov hilnagre
  • Mirov bi pirsê diçe Xursê
  • Mirov bi nasan digî xasan
  • Mirov li siya dirikê ranakeve, li siya darê radikevce
  • Mirov li ber kaniyê tî namîne
  • Mirov here goristanê , ku gora mirov tê de hebe
  • Mirov nekev govendê, ku ketê divê xwe bileqîne
  • Mirov ji qehran xwe davê behran
  • Mirovê pîsgotinê wî bi qîlene, yê baş gotinên wê şekir û xurmene
  • Mirovê şît bi dilê pît ?
  • Mirovê bêwelat, mîna çûka bêper û bazk
  • Mirovê derd lêketî, bi derdan zane
  • Mirtib kerr dibin, defê diqetînin
  • Mirtib kulibî def qetiya
  • Mişk çiqa axê bikole, bi serê xwe de dike
  • Mişk naçe qulê carokê bi dûvê xwe ve girê dide

N

  • Nan û pîvaz û nexweşî,çavreşî ye
  • Nanê bibe kerî hev nagire
  • Nanê mêran li ser mêran deyn e
  • Nav heye navok tuneye
  • Nava du dîna de zincîr diqete,nava du jîran de mû naqete
  • Navê wê edlan e,ji mêrê xwe re nezan e,ji xelkê re kevaniya bîst heft malan e
  • Ne gayê min li garanê ye,ne galgala nanê gavan dikim
  • Ne dixwim savarê,ne diçim hewarê
  • Ne ji fesadan be ewê rovî here sûkê
  • Ne ji fesadan be, ewê gur û mî bihev re biçêrin
  • Ne jina kenokî,ne mêrê fêtokî
  • Neyar bi rewşa neyar nizanin
  • Ne di dînan e,ne jî qûna xwe bide dîna
  • Ne mal ji kurê qenc redane nejî ji yê xerab re
  • Ne yek e,ne duduye,hezarê bi hezar e
  • Ne pîvaz e,ne sîr e,tê digere wek e qîr e ?
  • Nezan î,mal bistîne bi ciwan î
  • Nezan e,riya malê nizane
  • Ne gaye,ne zaye
  • Ne li goristana radikevim,ne jî xewnên xerab dibînim
  • Neke bi kesan,wê bê serê te,ku neyê serê te,wê bê serê pisê pisan
  • Nîsan e,dew li kîsan e
  • Nizanim rehetiya can im
  • Nikare bê par e
  • Niştiman bi çekan tê vegirtin û bi çekan tê standin
  • Nîskê navên dewsa kizinê,berxê navên berê bizinê,malê nebin cem mala bavê jinê
  • Nok heye diran tuneye,diran heye nok tuneye ?
  • Nokê giya rabû li ser kokê


P

  • Para xeydoka ,çû ber ecacoka
  • Palê xerab das û tarê diguhêre
  • Pelên mayî ji ên buhurtî çêtirin
  • Pesin daye ji waran maye
  • Peşka tarî zalimek î,belav bû li welatek î
  • Petêxa zer tim ji kosiya re ye
  • Pezê bi tenê guran xwariye
  • Pêçiya neçe qulê,tişt pêve nade
  • Piç bi piç xwe gihand qunc
  • Pirskin esla hêna kêrê bidin wesla
  • Piravî bi feydene ,paşî serhevdene
  • Pirêza me bi sap e,kera me bi xal û ap e
  • Pîr bi desmêj be,Sal dirêj e
  • Polan hişk û sar,kadîn tar û mar

Q

  • Qam ji qama kermêşê,deng ji dengê gamêşê
  • Qaz bi refa xwe re baz e
  • Qeda û bela hene li reya
  • Qedrê mêvana qedrê Xwedê
  • Qedrê gulê çi zane,kerbeş dibê kerê reş
  • Qencî qenciyê nas dike
  • Quling dibê kundo:tu çima ketî xerab cihan,kund dibê:ji dengê deng seran
  • Qûn bi qûnkaşkê ji kîr xelas nabe
  • Qûna tazî tembûr dixwazî
  • Quzê gewr di derpê re xwanêye
  • Quzê par rewisî,îsal bîhn dide
  • Qûtê kuwarê,heta buharê
  • Qam ji qama kermêşê,deng ji dengê gamêşê
  • Qaz bi refa xwe re baz e
  • Qeda û bela hene li reya
  • Qedrê mêvana qedrê Xwedê
  • Qedrê gulê çi zane,kerbeş dibê kerê reş
  • Qencî qenciyê nas dike
  • Quling dibê kundo:tu çima ketî xerab cihan,kund dibê:ji dengê deng seran
  • Qûn bi qûnkaşkê ji kîr xelas nabe
  • Qûna tazî tembûr dixwazî
  • Qûtê kuwarê,heta buharê

R

  • Rastiyê vemeşêr,û mebê ez im şêr
  • Reş bi reş kenî,beş çû li newala tewş kenî
  • Rev nîvê mêraniyê ye
  • Rê riya mirinê be jî tu her li pêş be
  • Rêç rêça kera cûn e,sûc sûcê bûkê nû ne
  • Rêncber û maldar nabin hem war ?
  • Riya azadiyê,bi xwîna şehîdan rohnî dibe
  • Roj tê hêk ji hêka mirov xurttir dertê
  • Roj dere qeza nare
  • Roviyê zexel,bi her du nigan dikeve dafikê
  • Rastiyê vemeşêr,û mebê ez im şêr
  • Reş bi reş kenî,beş çû li newala tewş kenî
  • Rev nîvê mêraniyê ye
  • Rê riya mirinê be jî tu her li pêş be
  • Rêç rêça kera cûn e,sûc sûcê bûkê nû ne
  • Rêncber û maldar nabin hem war ?
  • Riya azadiyê,bi xwîna şehîdan rohnî dibe
  • Roj tê hêk ji hêka mirov xurttir dertê
  • Roj dere qeza nare
  • Roviyê zexel,bi her du nigan dikeve dafikê

S

  • Saxo bi xwedê re,çirûyo bi dinê re
  • Serê were birîn,nayê kirîn
  • Serê min bi şar e,çibikim dilê min bi jar e
  • Serîkî çortan e,birkî mêvan e
  • Sero sero te çi xwero
  • Sêwî sitirî,melek etirî
  • Sêwiyê Xiya ket balixiya
  • Sibat tiro viro,adar ma bîst û du ro
  • Sikûtê ziman,silametiya îman
  • Siltik hatin bûn siltan,pêlik danîn çûn asîman
  • Silto bû kevanî,golika werîs hilanî
  • Sîrê kerê encax sippe mezin dike
  • Sîrkut hilat,mîrkut dahat
  • Siwar siwar e,li siya xwe guhdar e,li nava serî nexe dîn û har e
  • Siwarê kerê ne tu war e
  • Soz bûne toz

Ş

  • Şadê rovî dûvê roviye
  • Şaqilî,bi aqilî ji para li xwe varqilî
  • Şeko navê xwe li hevalê xweko
  • Şeref ji jiyanê mezintir e
  • Şêr ji guhera xwede bewliye
  • Şînê negotiye singê konê bikute
  • Şîr dot seradê,bêjing da binî
  • Şîrê kerê ji cehşa kerê re ye
  • Şorbe zik dike torbe
  • Şoreta kerê palasawiye
  • Şûrê kê tûj be ew dinê dixwe
  • Şûrê kê tûj be bila li çaqa min bikeve
  • Şûşa dilan weke dişkê cebar nabe

T

  • Tariya bê roj e
  • Teq teq stûnê,yek çû yek ket şûnê
  • Temaşe ji mewijan xweştir e
  • Temûz e kakil ket gûz e
  • Temûz dipêje,tebax dirêje
  • Texmîn rêbir e,aqil hakim e
  • Tene bû firîg,mele bû şirîg
  • Têr xwarin tune danîn edet e
  • Tim kirasê hesûdan kin e
  • Timahî tim kêmahiye
  • Tirs hebe erd giran dibe
  • Tirs berê mirinê nagirê
  • Tiştê bi nîvî,jê neke hîvî
  • Tiştê destan kir kesan nekir
  • Tiştê ku nebe qiyamet,ku bû xêr û silamet
  • Tîr çêkim dan dere, ron çêkim nan dere
  • Tovê xwê ye,pisê hêstirê ye ?
  • Tu bidî zîtika nedî zîtika,tuyê bidî heqê dîzika
  • Tu bihusta wî zêr deynî newêre
  • Tu car bo mirovê xerab xwe xera nekî,ku xera bikî,tu yê ser piştê li erdê bikevî
  • Tu çûyî bajarê yek çavan,divê tu jî çavek xwe bigrî
  • Tu kevira di dilê wî kî newêre
  • Tu tenekê di ava zêr rekîjî dîsa tenekeye
  • Tu yek kurkê neheqiyê li xwe nake

V

  • Varikên nû rabûne hêkên sor dikin

W

  • Welat xweş e ,bi welatiyan
  • Welat ji dê şêrîntir e
  • Wetaq bi obê ma, kevçî bi kodê ma
  • Wexta kar rû dizivirîne,wexta şîvê kevçiyê tîne
  • Wî tûrê xweş e li serê wî ker î

X

  • Xan nabe bê mêvan
  • Xana bê mêvan ehreman lê civan
  • Xanika xido,yek nebû dora dudo
  • Xwarin gend û gû şûştin reng û rû
  • Xwarin ya herkesî ye,mêranî ne ya herkesiye
  • Xeber xweşa ker da guran
  • Xebera xweş bi cîranan re,feyda xweş bi nasan re
  • Xwedê yar be ,bila şûr dar be
  • Xwedê serî dibîne,kumê lê datîne
  • Xwedê mirov şaş neke,fehş neke û di erdê re kaş neke
  • Xwedî kir bi destê xwe,kir emelê serê xwe
  • Xerab ji kul û qotikan,baş jî ji dost û yaran xalî nabin
  • Xwîn bi xwînê nayê şûştin

Y

  • Ya em bixemlînin ya biqelînin
  • Yek heye bi sedî,sed heye ne bi yekî
  • Yek li mirinê,yek li kirinê
  • Yê ku ji jina xwe netirse, ne tu mêr e
  • Yê ku bi jina xwe nikare,ne tu mêr e

Z

  • Zengil hilat,mengil dahat
  • Zevî tuneye teyrik maneye
  • Zimanê sor digere bê dor ?
  • Zimano leq,seriyo teq.
  • Zor digihîje tor,tor ji taşiyê siviktir dibe









Wegere serî
Serrupel